Lavrov: Amerîka dixwaze ji bo Kurdan nîv-dewletekê ava bike!
PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov, di civîna çapemeniyê ya salane de axivî û geşedanên siyaseta derve de nirxand. Lavrov di axaftina xwe de îdiayek jî kir û da zanîn ku Amerîka dixwaze li Rojava ji bo Kurdên Suriyeyê avahiyeke nîv-dewletî ava bike.
Sergey Lavrov, di civînê de got ku dixwaze ji bo Kurdan li Rojava avahiyeke nîv-dewletî ava bike.
Wezîr Lavrov îdia kir ku Amerîka dixwaze bi rêya Kurdan armancên xwe pêk bîne û got ku ew fêm dikin ku daxwaza Amerîkayê ya avakirina avahiyeke nîv-dewletî li bakurê rojhilatê welêt ji bo Kurdên Suriyeyê Tirkiyê dilgiran dike.
“Îdlib, pirsgirêka herî mezin e"
Lavrov da zanîn ku Tirkiye û Suriyeyê di civîna xwe ya sêalî de diyar kir ku pirsgirêka herî mezin a şer mijara Idlibê ye û diyar kir ku divê Enqere komên alîgirên Tirkiyeyê yên li herêmê ji Şam û El Nusrayê ku Moskowayê wan wekî "terorîst" bi nav kiriye, veqetîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin