Lavrov: Pistî ku Kurdan fêm kir Amerîka dimîne têkiliyên xwe bi Rûsyayê re kêm kirin
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, îro Înê piştî hevdîtina ligel Wezîrê Derve yê Behreynê Ebdullatîf bin Raşîd ez Zeyyanî di civîna rojnamevanî ya hevbeş de derbarê Sûriye û berpirsên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê daxuyanî dan.
Lavrov got, “Piştî ku rayedarên Kurd fêm kirin ku Amerîka li herêmê dimîne, kordînasyon û têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê re kêm kirin.”
Lavrov herwiha li ser pirseke derbarê çareseriya kêşeya Kurd li Sûriyê jî diyar kir, “Min ji rayedarên Herêma Kurdistanê re got ku divê Kurdên Sûriyê nimuneyeke pêkvejiyana aştîyane ava bikin.”
Wezîrê Rûsî herwiha destnîşan kir ku ew her tim Kurdan ji bo dîyaloga ligel Şamê teşwîq dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin