Pistî yekem civîna gotûbêjên stratejîk daxuyanî: Amerîka dimîne û Iraq jî...
PeyamaKurd - Hikumetên Amerîka û Iraqê yekem civîna danûstandinên stratejîk bi daxuyaniyeke hevbeş ragihandin ku wê Amerîka di çend mehên pêş de hebûna xwe ya leşkerî li Iraqê kêm bike ku wekî sedem jî pêşketina di têkçûna DAIŞê de hat nîşandan. Lê belê derbarê derxistina hêzên Amerîkî ji Iraqê de, di daxuyaniyê de ti tiştek nehat gotin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ti hewldanên Amerîkayê tune ne ku baregehên mayînde li Iraqê ava bike.
Herwiha hikumeta Iraqê jî soz daye baregehên ku hêzên Amerîkî tê de hene, ji êrîşan (komên çekdarên girêdayî Îranê) biparêze.
Hêjayî gotinê ye, bi hatina ser kar a Serokwezîr Mistefa Kazimî re têkiliyên Amerîka û Iraqê ji nû ve baş dibin ku doh 11ê Hezîranê bi beşdariya nûnerên Kurdistanê danûstandinên stratejîk hatin destpêkirin.
Piştî kuştina Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendî ji aliyê hêzên Amerîkî ve, aliyên şîe yên Parlamentoya Iraqê biryara derxistina hêzên biyanî ji Iraqê derxistibûn ku di serî de derxistina Amerîkayê dihat xwestin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin