Lavrov: Dê Amerîka DAISiyên destê Kurdan serbest berde

06 April 2019 15:14 0 dîtin
Lavrov: Dê Amerîka DAISiyên destê Kurdan serbest berde

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di hevpeyvînekê de diyar kir ku hîn rewşa metirsîdar a li Idlibê berdewam dike û herwiha metirsî heye bi qasî hezar terorîstên girtiyên DAIŞê yên destê kurdan ji aliyê Amerîkayê ve werin berdan.

Lavrov destnîşan kir ku hîn li Sûriyê şer bidawî nebûye û got, “Rewşa metirsîdar ya Idlibê ye. Li wir bi deh hezaran terorîst hene.  Helbet em Tirkiyê re û hikûmeta Beşar Esed de bi awayekî cidî kar dikin.”

Lavrov da zanîn ku hin komên çekdarên li Idlibê dilxwazin bi hikûmeta Esed re danûstandinê bikin.

Wezîrê rûsî Lavrov herwiha bal kişand ser ku bi qasî hezar terorîstên DAIŞê di destê hêzên kurd de girtî ne ku piraniya wan hemwelatiyên ewropî ne û qebûlnekirina wan ji aliyê wan welatan ve cihê fikarê ye.

Lavro got ku heger welatên ewropî wan terorîstan qebûl nekin, dê Amerîka wan serbest bedre ku ev jî tê wê wateyê li dijî terorê têkoşîneke berfireh nayê kirin û bi serê xwe tevdigerin.