Lavrov: Amerîka ji bo cudabûna ji Sûriyê pistevaniya Kurdan dike
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got, Amerîka piştevaniya hewlên kurdan a cudabûnê dike û rê nade kurd bi rêjîma Sûriyê re bigihin rêkeftinê.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li korbenda “Valdai” ya li Moskoyê ragihand, Amerîka petrol û genimê Sûriyê bi qaçaxî û bi riya Iraqê re difiroşe û bi dahata wê hewlên kurdan ên cudabûnê bi pêş dixe.
Sergey Lavrov got, Amerîka rê nade kurdan ku bi rêjîma Sûriyê re jî bigihin rêkeftinê û wiha pê de çû: “Moskow bi riya têkliyên xwe kar bi nûnerê NY yê ji bo Sûriyê Geir Pedersen, nûnerên opozîsyon û hikûmeta Sûriyê re dike, ji bo alî nêzîkî hevdu bibin.”
Lavrov beriya niha jî gotibû, Amerîka hewl dide Sûriyê dabeş bike û dewleteke Kurdî li rojhilatê Firatê ava bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin