Amerîka: Niha ne dema normalbûna bi rejîma Esed re ye
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price, di civîna rojane ya rojnamevanî de, bersiva pirsa asayîbûna pêwendiyên ligel rejîma Sûriyê da.
Ned Price, li ser pirsa bi taybet piştî karesata erdhejê şandina alîkariyan û asayîbûna pêwendiyên hejmarek welatên Ereb bi rejîma Sûriyê re wiha axivî:
“Helwesa me ya dijî rejîme Esed neguheriye. Niha ne dema normalbûnê ye. Niha ne ew dem e ku pêwendiyên ligel rejîma Esed bigihin asta bilind. Em bawer dikin, bêyî guhertina pêwendiyan em dikarin pêdiviyên gelê Tirkiye û Sûriyê ligel welatên din ên dinyayê bicih werînin.”
Herwiha Price da zanîn ku her çiqas niha gelek welat hewl didin alîkariyên mirovî bigihînin Sûriyê jî rastiya hovîtîya ku rejîma Esed li gelê xwe kiriye li holê ye û nabe kiryarên wê yên berê bên jibîrkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin