Amerîka noqavên mosekên pêsketî li Rojhilata Navîn bicih dike
PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin, ferman da artêşê ku ji bo êrîşên dijî hevpeymanên li Rojhilata Navîn amade bin û noqavên moşekên pêşketî li Rojhilata Navîn bicih bikin.
Austin, di demeke ku piştî kuştina payebilindên Hemas û Hizbullahê rageşiya li Rojhilata Navîn zêde bûye de ev biryar daye ku tê pêşbînîkirin Amerîka hêzên zêdetir bişîni Rojhilata Navîn.
Pentagonê daye xuyakirin ku Austin biryardariya xwe ya bo parastina Îsraîlê ji her êrîşekê aniye ziman û di wê çarçoveyê de daye zanîn ku Amerîka hêzên xwe li herêmê zêdetir dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin