Amerîka, Siûdî û Kuwêtê manewreyeke leskerî ya hevbes dan destpêkirin

08 November 2021 20:55 0 dîtin
Amerîka, Siûdî û Kuwêtê manewreyeke leskerî ya hevbes dan destpêkirin

PeyamaKurd – Erebistana Siûdî, Kuwêt û Amerîkîyê bi navê ‘Lêdana Kendavê 2021’ li baregeha el Adira ya leşkerî manewrayeke leşkerî dan destpêkirin.

Hat ragihandin ku wê tetbîqata her sê welan heta 18ê Mijdara 2021ê berdewam bike.

Fermandarê manewreya leşkerî Nayif bin el Humeydî ragihandiye ku wê ew manewreya leşkerî pêwendî û hevkariya welatên dost û cîran bihêz bike.

Hat eşkere kirin ku wê di rahênenê de welatên beşdar jêhatîbûna hêzên xwe biceribînin û hevahengî û di çarçoveya hevbeşiya operasyonan de çalakiyên hevpar pêk bînin.