Amerîka tetbîqata herî mezin a 25 salên dawî çêdike
PeyamaKurd - Artêşa Amerîkayê wê li ser erdên Ewropayê tetbîqata herî berfireh a leşkerî ya 25 salên dawî çêdike.
Fermandare yekîneyên Bejahî yên Amerîkayê li Ewropayê General Chrîstopher Cavolî li Pentagonê ji rojnamevanan re ragihand ku wê di mehên Gulan û Hezîranê de li 10 welatên Ewropayê tetbîqata leşkerî çêbikin.
Chrîstopher Cavolî, diyar kir ku armanca wan ‘nîşandana hêza xwe ye’ û bal kişand ser Rûsiyayê.
Cavolî got ku wê 20 welat beşdarî tetbîqata leşkerî ya Defender-Ewrope bibin.
Hat ragihandin ku ji 37 hezar leşkerên ku tevlî tetbîqatê bibin 29 hezar ji artêşa Amerîkayê ne.
Li gorî zanyariyan wê Amerîka yekîneyên xwe yên bejahî, hewayî û deryayî ji bo mezintirîn tetbîqata xwe ya 25 salên dawî ya li Ewropayê ji hewayî û deryayî ve bişîne Ewropayê.
Di nava welatên Ewropayê de ku wê tetbîqata leşkerî lê bên kirin Polonya û Lîtvanya jî hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin