Amerîka | Trump li ser gelek mijaran axivî, hisyariya herî tund bo Îranê...

06 February 2019 11:13 0 dîtin
Amerîka | Trump li ser gelek mijaran axivî, hisyariya herî tund bo Îranê...

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump di axaftina xwe ya Meclîsa Nûneran de ku ji ber girtîmayîna hikûmetê taloqî 5ê Sibatê kiribû de, hişyariyeke tund da Îranê.

Trump ji bo Îranê got, "Hikûmeta min bi biryar e rûbirûyî Îrana ku li dinyayê herî zêde piştevaniya terorê dike bibe. Ji bo ev dîktatoriya xirabe û xedar nebe xwediyê çekên nukleerî min Amerîka ji felaketa peymana nukleerî vekişand. Herwiha me dorpêçên herî giran danîn ser Îranê.”

Trump di axaftina xwe de, derbarê rewşa siyasî ya Amerîkayê, Çîn, Koreya Bakur, Venezuela, Afganistan, Îran, Sûriye û Iraqê de daxuyanî dan.

Trump di axaftina xwe de siyaseta hikûmetên berê yên Amerîkayê bo Rojhilata Navîn rexne kir û diyar kir, rêveberiya wî polîtîkiya xwe ya Rojhilata Navîn li ser hêmana ‘Realîzma Prensîban’ ava kiriye û li ser têkoşîna dijî DAIŞê wiha got:

“Dema hatim ser kar, DAIŞê li Rojhilata Navîn 52 hezar kîlometre kontrol dikir. Niha hema hema ev herêm hemû ji destê wan qatilên xwînmij rizgar kir û niha em digel hevpeymanên xwe bermayiyên wan paqij dikin.”

Di beşeke din a axaftina xwe de Trump dubare pênase li seroktiya Juan Guiado ya Venezuelayê kir û ‘xedariya rejîma Maduro’ şermezar kir.