Rojava | Graham û Trump axivîn: Dê Amerîka hêdî vekise, herêma tampon tê…
PeyamaKurd – Senatorê Amerîkayê yê bibandor ê Komarîparêz Lindsey Graham, bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re li ser biryara vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê û xwedîderketina Kurdan bi Trump re civiya.
Graham ku ji roja pêşî ve dijî biryara Trump derdikeve û dibêje, ‘Heger Amerîka vekişe dê Kurd werin qetilkirin’ piştî hevdîtina ligel Trump got ku ew xwe gelekî baş hîs dike û ‘Trump hin tiştên ku ez nizanim û pê kêfxweş bûm ji min re gotin.”
Graham hêviya xwe ya hevdîtinê anî ziman û got, “Trump hay ji xeteriyê heye, qebûl kir ku vekişinadina bilez a leşkerên Amerîkayê bi hêdî pêk were.”
Herwiha Graham, diyar kir ku mijara YPGê jî hatiye rojeva hevdîtinê û got ku babeta herêma tampon hatiye axaftin û biryardariya Trump a ji bo şerek di navbera Tirkiye û YPGê de dernekeve hatiye destnîşankirin. Graham got, "Dê Serok Trump ji bo vekişîna muhtemel van tiştan temîn bike: Yek; dê DAIŞ bi temamî were tunekirin. Didu; dê Îran nekeve herêmên vala bibin. Sisê; Dê hevpeymanên me yên Kurd werin parastin."
Graham diyar kir, "Dema ku ti kes nebû Kurd ligel me bûn. Û serok hay ji rewşa ew tê de ne heye. Dê Trump bi Tirkiyê re biaxive û dê misogeriya herêma tampon ku pêdivî pê heye bide.”
Senator Graham bal kişand ser ku niha tişta ew qet naxwazin şerê Kurd û Tirkan e û dê ev fişara li ser DAIŞê kêm bike û ya herî girîng jî dê bihêle ku Îran ji vê rewşê qezenc bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin