Amerîka û Iraqê bi 8 mîlyar dolarî peyman girêdan

20 August 2020 22:52 0 dîtin
Amerîka û Iraqê bi 8 mîlyar dolarî peyman girêdan

PeyamaKurd- Wezareta enerjiyê ya Amerîkayê behsa hevdîtinên navbera Amerîka û Iraqê kir û got ku 5 şîrketên enerjiyê yên Amerîkayê bi hukumeta Iraqê re bi bihayê 8 mîlyar dolarî di seha petrol û elektrîkê de peyman çêkirine.

Peyman roja çarşemê hatine îmzekirin û ji Amerîkayê şîrketên ku terefên îmzayê ne; Honeywell, General Electric, Stellar Energy, Baker Hughes û Chevron in.

Sedemekî îmzakirina peymanan ew e ku Iraq di seha elektrîkê de pêdiviya wê bi Îranê nemîne.