Çîn û Amerîka peymana bi 200 mîlyar dolarî îmze kirin

15 January 2020 23:49 0 dîtin
Çîn û Amerîka peymana bi 200 mîlyar dolarî îmze kirin

PeyamaKurd- Amerîka û Çîn 2 mehe li ser peymana ewilî ya aborî dixebitin û di encamê de peymanê îmze kirin. Îmza peymanê li Koşka Sipî di navbera serokê Amerîkayê Trump û cîgirê serokwezîrê Çînê Liu He de hat kirin.

Di peymanê de heye ku Amerîka dev ji baca îlawe ya 160 mîlyar dolar malê Çînê berde. Li hemberê vê wê Çîn di nav 2 salan de, bi bihayê  200 mîlyar dolarî ji Amerîkayê mal û xizmet bikire.

Di nava 200 mîlyar dolarî de 75 mîlyar dolar berhemên honandî (çêkirî), 50 mîlyar dolar enerjî, 40 mîlyar dolar berhemên zîra’î û bi 35-40 mîlyar dolarî xizmetê bikire.