Cezayîr bi sîrketên 3 dewletan re peymana petrolê ya bi 4 mîlyar dolarî îmze kir
PeyamaKurd – Şîrketa Cezayîrê ya dewletê ya xaz û petrolê Sonatrach, bi şîrketa Amerîkayê Occidental Petroleum, ya Îtalyayê Eni û ya Fransayê Total Energy re ji bo seha petrol û xazê ya başûrê Cezayîrê pêşdetir bibe, bi bihayê 4 mîlyar dolarî peymanekî îmze kir. Li gor ragihandina şîrketa Cezayîrê; bi her sê şîrketan re wê li gor qanûna sala 2019 an ya hîdrokarbonê bi pervekirina hilberînê peyman îmze kiriye.
Proja ku di nav peymanê de ye, wê bi sê ebadan xebata sîsmîkê bimeşînin, sondaja100 bîran bikin û ji bo 46 bîran jî ji bo wek berê hilberînê bikin, wê teknolojiya ava alternatîv û pompekirina xazê wergerînin.
Serokê şîrketa Sonatrachê Tewfîq Hakkar piştî merasima îmzekirina peymanê ragihand ku peymana Cezayîrê ya bi miqdarê 30 mîlyar m3 ji bo amadekirinê bi Îtalya re heye û Îtalya deriyê çûna bazara rojhilatê Awrûpa ye. Hakkar, her weha got ku Sonatrach berya sala 2022 biqede, dikare 2 an 3 peymanên din jî çêbike.
Serokkomarê Cezayîrê Abdllmecid Tebbûn jî duhî ragihandibû ku ji bo Îtalyayê xazê amade bike û hecma xazê zêde bike, wê bi şîrketên Amerîka, Fransa û Îtalyayê re peyman îmze bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin