Em rasterast bi rayedarên Bexda, Enqere, Hewlêr û sîrketên Amerîkî re di nava têkiliyê de ne ji bo hinartina petrolê"

17 May 2024 15:06 0 dîtin
Em rasterast bi rayedarên Bexda, Enqere, Hewlêr û sîrketên Amerîkî re di nava têkiliyê de ne ji bo hinartina petrolê"

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Amerîka ragihand, ew bi Bexda, Enqere, Hewlêr û kompanyayên Amerîkî re di nava têkiliyê de ne ji bo destpêkirina hinartina petrolê bi rêya Bendera Ceyhanê.

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve Vedant Patel di civîna çapemeniyê de diyar kir ku di berjewendiya Iraq û Amerîkayê de ye ku rêyên cuda ji bo gihandina enerjiya Iraqê ji bo bazarên cîhanê pêş bixin.

Vedant Patel diyar kir ku ji bo vegerandina hinartina petrolê ya bi rêya bendera Ceyhanê, DYA rasterast bi rayedarên Bexda, Enqere, Hewlêr û şîrketên Amerîkî re di nava têkiliyê de ye.