Bexda - Hewlêr - Enqere | 'Dê Hêzên Parastina Sînor Kurd bin'
PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer li ser mijara ewlekariya sînorê Herêma Kurdistanê-Tirkiyê (Bakurê Kurdistanê) û bicihkirina hêzên sînorî da xuyakirin, “Dê li şûna hêzên tirk yên ketine herêma Kurdistanê, hêzên Kurd werin bicihkirin.”
Yawer ji medya Kurdistanê re li ser gef û daxwaziyên Tirkiyê yên ewlekariyê û beramberî wê danûstandina Bexda û Hewlêrê li ser mijara bicihkirina hêzên sînorî wiha axivî:
“Mebest ew e ku hêzên parastina sînor li şûna hêzên Tirkiyê, li ser sînorê Herêma Kurdistanê bicih bibin. Ev hêz jî girêdayî Wezareta Hundirîn a Iraqê ne û Kurd in.”
Di serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu de şanda tirk ji Bexda û Hewlêrê xwestibû, ji bo rêgiriya PKKê bikin li ser sînor bikevin nav hewldanê.
Çavuşoglu gotibû, “Heger hêzên Iraqê li şûna hêzên me bicih bibin, em ê vekişin.”
Cebar Yawer li ser lihevkirina ser parastina sînoran a Bexda û Enqerê jî wiha got: “Ev lihevkirineke di navbera herdu dewletan de ye. Peywendiya wê bi me re nîne. Tişta ku tê gotin, hêzên Iraqê bêne şûna hêzên Tirk. Mebesta wan ew e ku hêzên parastina sînor biçin wir. Li Herêma Kurdistanê sê tûgayên parastina sînor hene. Ev tûgay girêdayî Fermandariya Yekem a Parastina Sînor a Dewleta Federal a Iraqê ne. Ew jî girêdayî Wezareta Navxweyî ya Iraqê ne. Hejmara wan nêzî 11 hezar kes in û hemû Kurd in.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin