Amerîka: Em bi Bexda û Hewlêrê re ji bo danîna sîstema parastina mosekî kar dikin
PeyamaKurd - Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Koşka Spî ya Amerîkayê Jake Sullivan, li ser êrîşa bi moşekên balîstîk ên Îranê bi ser Hewlêrê de daxuyaniyên girîng dan.
Sullivan da zanîn ku Amerîka bi tundî vê êrîşê şermezar dike û got, ew bi Hewlêr û Bexdayê re kar ji bo danîna sîstema berevaniyê ya dijî moşekan dikin.
Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Koşka Spî Jake Sullivan ji kanala CBS News re gotiye: “Em êrîşa li ser Hewlêrê şermezar dikin û her karekî ji bo parastina hevpaymanên xwe û berjewendiyên Amerîka li herêmê dikin.”
Sullivan eşkere kir, ew bi Hikûmeta Iraqa Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ji bo parastina bajarên wan kar ji bo danîna sîstema berevaniyê ya dijî moşekan dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin