Amerîka, hin xebatkarên li Bexda û Hewlêrê vedikisîne

22 October 2023 22:00 0 dîtin
Amerîka, hin xebatkarên li Bexda û Hewlêrê vedikisîne

PeyamaKurd-  Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê daxwaz kir ku xebatkarên ne ferz ên balyozxaneya xwe ya li paytexta Iraqê ya Bexdayê vekişînin.

Hat ragihandin ku ev ferman a roja înê ye lê di daxuyaniya roja yekşemê de hat ragihandin lewra zêdebûna gefên ewlehiyê yên li ser personel û berjewendiyên Amerîkayê hatiye dîtin.

Her wiha hat diyarkirin ku Washingtonê ferman da personelên Konsulxaneya Amerkayê ya li Hewlêrê ku pêwîstiya bi zêdebûnê tunebe, Iraqê biterikînin.