Wezareta Derve ya Amerîkayê: Balyozxaneyên me yên li Bexda û li Hewlêrê vekirî ne

24 October 2023 11:00 0 dîtin
Wezareta Derve ya Amerîkayê: Balyozxaneyên me yên li Bexda û li Hewlêrê vekirî ne

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Amerîkayê diyar kir, hemî rêkarên pêdivî ji bo parastina hêzên xwe li Iraqê û Herêma Kurdistanê bi cih tînin. Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller li ser êrîşên milişiyatan bo ser hêzên wan li Iraqê û Herêma Kurdistanê dibêje: Bê ku ez hûrkariyan eşkere bikim, me hemî amadekarî kirine ji bo ku em di dema pêdivî de bersiva pêdivî bidin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller eşkere kir, Wezîrê Derve yê Amerîkayê ya li ser wan êrîşên li ser hêz û berjewendên Amerîkayê li deverê tên kirin.

Di berdewamiyê de tekez kir, ew ji ber wan êrîşan gelek nîgeran in û got: Bê diyarkirina hûrkariyan, me xwe ragirtiye heta em piştrast bibin ku em ji bo wan êrîşan û bersivdanên guncayî amade ne.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê da zanîn, balyozxaneya wan li Bexdayê û Balyozxaneya wan li Hewlêrê vekirî ne, li ser lihevkirina stratejî ya navbera xwe û Iraqê pabend in û bi rêya balyozxaneyên xwe ji bo bihêztirkirina hevpariyên stratejî kar dikin.

Herwiha Matthew Miller got: Em li ser silametiya welatî û staf û berjewendên Amerîkayê li deverê bi giştî nîgeran in, lewma jî me ew haydariya geştkirinê belav kir û me biryar da ew staf û tîmên gelek pêdivî nebin ji Iraqê derbikevin. Ev tiştek e ku em berdewam çavdêriyê dikin, ne tenê li Iraqê belkî li deverê bi giştî.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê destnîşan kir, ew hemî rêkarên pêdivî ji bo parastina hêzên xwe li Iraqê û Herêma Kurdistanê bi cih tînin û got: “Em berdewam çavdêriya rewşa Iraqê dikin.”

Wezareta Derve ya Amerîkayê haydarî da diplomatkar û welatiyên xwe ku bi rêya Balafirxaneya Bexdayê ya navdewletî geştan nekin.

Herwiha got, divê karmendên nepêdivî yên balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê ji Iraqê derkevin.