Amerîka xwe bo ceribandinên fuzeyan yên nû amade dike

03 August 2019 00:10 0 dîtin
Amerîka xwe bo ceribandinên fuzeyan yên nû amade dike

PeyamaKurd- Piştî Amerîka ji peymana fuzeyên navçe yên nukleerî (INF) vekişand, bo ceribandinên fuzeyên nû xwe amade dike. Hat gotin ku Pentagon di nav çend hefteyan de xwe amade dike da ceribandina fuzeyên ku ji erdê tên avêtin bike.

Kesekî dinê ji Pentagonê ku nexwestiye navê xwe bide, bo televîzyona CNN a Amerîkayê gotiye ku artêşa Amerîkayê xebatên xwe bo sîstema fuzeyên ku ne nukleerîne dike. Heman kes ragihandiye ku armanca wan ew e ku karibin li Awrûpayê bi Rûsya re têkoşînê bide.

Amerîka dê fuzeyên nukleerî di nav çend hefteyan de biceribîne û yên balîstîkên navçe di meha 11an de biceribîne.