Amerîka: Yên xwepêsandanan dikin Îranî ne û daxwaza mafên xwe yên bingehîn dikin

11 October 2022 13:00 0 dîtin
Amerîka: Yên xwepêsandanan dikin Îranî ne û daxwaza mafên xwe yên bingehîn dikin

PeyamaKurd – Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê, piştgiriya Washingtonê ji bo xwepêşandanên li Îranê dubare kir û got, yên xwepêşandanan dikin Îranî ne û daxwaza mafên xwe yên bingehîn û rûmeta xwe dikin.

Li gor Jake Sullivan roja Duşemê 10ê Cotmeha 2022yan li ser twitterê da zanîn: “Cîhan bûyerên li Îranê dişopîne. Di dawiya vê hefteyê de xwepêşanderên bê guneh ku di nava wan de keçeke ciwan hebû, bi guleyê hat kuştin û Serokkomarê Îranê jî xwepêşander wek meş bi nav kir.”

Herwiha di beşeke din a peyama xwe de Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê got: “Xwepêşander Îranî ne û ji aliyê jinan û keçan ve tên serkirdayetîkirin û daxwaza mafên xwe yên bingehîn û rûmeta xwe dikin. Em piştgiriya wan dikin, wan aliyan jî berpirsiyar dibînin ku tundî bi kar anîne di hewldaneke bê mifa de ji bo bêdengkirina dengên wan.”