Amerîkayê 2 karwanên cebilxaneyan sand Rojavayê Kurdistanê
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di nav 24 demjimêrên borî de hêzên Hevpeymaiya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengtiya wê dike, du karwanên çek û teqemeniyan şand Rojavayê Kurdistanê.
Li gorî ragihandina çavkaniyên Rojavayê Kurdistanê, Amerîkayê karwaneke din a çekan ji Iraqê ji bo baregeha leşkerî ya Xerapecîrê ya derdora navçeya Rimêlanê ya bakûrê parêzgeha Hesekê şand.
Herwiha roja Yekşemê danê sibehê jî Hêzên Amerîkayê bi rêya balafiran karwaneke çekan ji bo baregeha Xerapecîrê şand ku bi vê yekê re di nava 24 demjimêran de Amerîkyê du karwanên çekan ji bo baregehê xwe yên li Rojavayê Kurdistanê şandin.
Hate zanîn ku di nav herdu karwanên leşkerî de, gelek alavên leşkerî û lojîstîk hebûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin