Amerîkayê balafira atomî sand ser Rûsyayê
PeyamaKurd – Amerîkayê balafira atomî, piştî balafirên Rûsyayê li esmanê Swêdê hat dîtin, şand ser Rûsyayê.
Li gor medyaya Swêdê diyar kir, balafira Amerîkî ya ji cûreya B-52H ku hilgira kulavên atomî ye, li esmanê Kalînîngrad difiriya.
Hat destnîşankirin ku bombeyên atomî yên ku di balafirê de bûn, 31.500 kîlogram e. Rojnameya Aftonbladet a Swêdî li ser vê mijarê got: “Manoraya Amerîkayê li ser Rûsyayê, bersivek bû li ser firîna balafira Rûsyayê li esmanê Swêdê.”
Li gor zanyariyên rojnamevanên Swêdê, ji destpêka meha Adarê ve çar balafirên Rûsya yên şer ku ji wan du balafirên hilgirên kulavên atomî bûn, li esmanê Swêdê firiyane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin