Ûkrayna, dîmenên xistina balafira bêajotvan ya Rûsyayê wesand

05 November 2022 02:04 0 dîtin
Ûkrayna, dîmenên xistina balafira bêajotvan ya Rûsyayê wesand

PeyamaKurd – Ûkrayna, balafira bêajotvan ya Rûsyayê xist û dîmenên wê belav kir. Balafira Rûsyayê ne ya ji rêzê bû. Balafir, bi teknolojiya bilind hatibû kemilandin ku dikaribû hêzên Ûkraynayê bişopîne, îstîxbaratê bidest bixe, çavdêriyê bike û keşfê bike (ISR).

Li gor ragihandina Eurasian Times ê; balafira Rûsya ya ku Ûkraynayê xistiye, tîpa Eleron-3SV ye. Balafira Rûsya wê ji aliyê pisporên Ûkrayna de li serê lêkolîn bikin û di mijara teknolojiya wê de agahiyan bidest bixin.

Artêşa Rûsyayê ji bo avêtina topan sererast bike û kemînên potansiyel tesbît bike, ji bo mîsyonên ISR ê, Eleron-3SVan bikartîne.