Doza xistina balafira Malezyayê encam da: Dadgehê cezayê heya heyayê da 3 kesan
PeyamaKurd – Balafira Malezyayê ya ku li Ûkraynayê hatibû xistin, di dozê de 4 kes dihatin darizandin û îro encama dozê diyar bû. Ji 4 kesan 3 kes cezayê zîndanê yê heya bi heyayê sitend û kesekî beraet bû.
Doza xistina balafirê ku tê de 298 kes miribûn, li Hollandayê li kompleksa darazê ya Schipholê dihat dewamkirin. Di dozê de kesên bi kuştina mirovan hatin tewanbarkirin, zabit albayê Rûs İgor Girkin, zabitê îstîxbaratê yê artêşa Rûsyayê (GRU) Sergey Dubinsky û hemwelatiyê Ûkraynayê Leonid Kharchenko cezayê muebedê an ku heya heyayê sitendin. Xebatkarê kevin yê GRU yê Oleg Pulatov, di dozê de beraet kir.
Dadgehê her weha qebûl kir ku balafir bi roketa Rûsyayê ketiye û roket ji Ûkraynayê ji herêma di bin kontrola Rûsya de hatiye avêtin.
Balafira tîpa Boeing 777 ya rêwiyan ya welatê Malezyayê, di temmûza sala 2014an de, dema ji sefera Amsterdam-Kuala Lumpurê dikir, li rojhilatê Ûkraynayê hatibû xistin û tê de 298 kes miribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin