Rûsyayê daxuyaniyên li ser xistina balafira Malezyayê red kirin
PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Rûsyayê, daxuyaniya Tîma Lêkolîna Hevbeş a Navneteweyî (JIT) ku Rûsyayê 2014an li Ûkraynayê balafireke Malezyayê xistiye xwarê red kir.
Wezaretê daxuyaniyek weşand û ragihand ku îddiayên JITê yên der haqê tevlîbûna eskerên Rûs dema qewimîna bûyerê de ji rastiyê dûr in.
Di daxuyaniyê de van îddiayan cih girt:
"Tu sîstemeke moşekî ya aîdî Hêzên Çekdar ên Rûsyayê tu wextî ji sînorê Rûsya-Ûkraynayê derbas nebûye."
Herwiha hat îdîakirin ku Rûsyayê belgeyên ku moşekên Ûkraynayê tevlî vê bûyerê pêşkêşî tîma lêkolînê hatiye kirin.
Balafira Malezyayê 17ê Tîrmeha 2014an digel 283 rêwî û 15 personel ji Amsterdamê rabûbû, ber bi Kuala Lumpurê ve diçû, li nêzîkî sînorê Rûsya-Ûkraynayê 40 kîlometreyî hatibû daxistin. 298 kesên di balafirê de miribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin