Dîmenên ketina balafira Yûnan a agirvemirandinê belav bûn: 2 pîlot tê de bûn...

25 July 2023 19:23 0 dîtin
Dîmenên ketina balafira Yûnan a agirvemirandinê belav bûn: 2 pîlot tê de bûn...

PeyamaKurd - Balafireke agirvemirandinê ku li derdora giravên Rodos û Korfu di xebatên vemirandina şewatê de cî digirt, dema karê xwe dikir kete xwar û şewitî.

Li giravên Yûnanistanê bi taybet li Rodosê ev çend roj in şewatên mezin derketine û bi zehmetî xebatên agirvemirandinê didomin.

Îro 25ê Tîrmehê balafirek dema av reşand ser agir bi demeke kurt li têla elektrîkê qelibî û kete xwarê.

Dîmenên ketina balafirê ji aliyê medya yûnan ve hatin belavkirin. Di balafirê de du pîlot hebûn û agahî ji wan nîne.