Biden ketina balafira Prigojin sirove kir: “Ez sas nemam”

24 August 2023 00:37 0 dîtin
Biden ketina balafira Prigojin sirove kir: “Ez sas nemam”

PeyamaKurd – Berdevka Koşa Sipî ya ewlehiya netewî Adrienne Watson li ser mirina serokê Wagnerê Evgeny Prigojin got ku dema rabirdûya serokê Rûsyayê Putin didin ber çav, bûyer surprîz nîne. Eger piştrast bibe ku mirina Prigojin raste, divê kes li bûyerê şaş nemîne.

Li aliyê dinê serokê Amerîkayê Joe Biden li ser bûyerê daxwuyaniya ewilî da û got:

“Çi qewimiye ez bi temamî nizanim lê ez şaş nemam. Li Rûsyayê kêm tişt hene ku Putin ne di nav de be. Agahiya min bi temamî tine bê li pişt perdê çi diqewime.”

Balafira ku tê de 10 kes mirin ya taybet ya serokê Wagnerê Prigojin, dema ji Moskovayê diçû St. Petersbûrgê îro ketibû.