Yekîtiya Awrûpayê nîvê filoya xwe ya agirvemirandinê sand Yûnanistanê

29 August 2023 22:52 0 dîtin
Yekîtiya Awrûpayê nîvê filoya xwe ya agirvemirandinê sand Yûnanistanê

PeyamaKurd – Ji ber ku li Yûnanistanê şewata daristanan li seranserê welat dewam dike û derfetên dewletê têr nakin ku agirên daristanan vemirînin, welatên endamên Yekîtiya Awrûpayê nîvê fîloya xwe ya agirvemirandinê şandine Yûnanistanê. Berdevkê komisyona YA yê ragihand ku şewata Parka Netewî ya Dadia heya niha ya herî mezin ya Yekîtiya Awrûpayê de ye.

Yûnanistan bi şewata daristanan re têdikoşe û YA yê 407 xebatkarên îtfaiyê şandiye Yûnanistanê. YA yê nîvê balafir û helîkopterên agirvemirandinê şandiye Yûnanistanê. Yûnanistan bi xwe bi sedan alav û xebatkaran ve dixebite da agir vemirîne lê heya niha jî şewat dewam dike.