Li Yûnanistanê balafira agirvemirandinê ket xwarê

08 August 2021 22:49 0 dîtin
Li Yûnanistanê balafira agirvemirandinê ket xwarê

PeyamaKurd - Li Yûnanistanê jî wekî gelek deverên cîhanê di werza havînê de şewatên daristanan berdewam dikin.

Hat ragihandin ku îro Yekşemê li girava Zakintos a Yûnanistanê balafireke agirvemirandinê dema dixwest avê bi ser agir de bireşîne ketiye xwar.

Balafira agirvemirandinê dema dixwest agirê li herêma Lagopodo ya Girava Zakintosê vemirîne kete xwarê.

 

Derbarê sedema ketina balafirê de ti hurgilî nehatin belavkirin, lê hat ragihandin ku pîlotê balafirê yê 35 salî ji ketina balafirê sax rizgar bûye.