Artêsa Ûkrayna ragihand ku raste balafira wan ya F-16 ketiye
PeyamaKurd – Serokerkaniya Ûkraynayê piştrast kir ku balafirekî Ûkraynayê ya F-16 di 26ê Tebaxê de ketiye. Ragihandin di ser hesabê medya civakî yê serokerkaniya Ûkraynayê, di ser Telegramê de hat kirin. Dema Rûsya di 26ê Tebaxê de êrîşê Ûkraynayê kiriye, balafirên F-16 ketine nav şer. Di daxwuyaniyê de hat gotin:
“Ji bo bera fuzeyên Rûsya bidin, di wexta şerê hewayî de balafirekî şer ya F-16 kiryarên baş kir û 4 fuzeyên seyrê li hewayê bi çekan xist. Dema F-16 xwe gihand hedefa xwe ya di peyde, bi baregehê re pêwendiya wê hat birîn. Paşî derket ortê ku balafir ketiye û pîlot can daye.”
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku ji bo sedema ketina balafirê bê fêmkirin, tîmekî wezîfedar kirine da here ciyê bûyerê û lêkolînan bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin