Amerîkayê, bang li Esad kir ku rêya alîkariyan veke
PeyamaKurd- Wezîrê Kerên Derve yê Amerîka Antony Blinken, bang li rêjîma Esad kir ku deriyên sînorî veke da ku ji bo mexdûrên karesata erdhejê, alîkariyên navdewletî werin veguhestin.
Antony Blinken, di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku erdhejên li Tirkiyeyê bandora xwe li bi milyonan mirovên li Tirkiye û Suriyeyê kiriye û destnîşan kir ku bi fermana Serokê Amerîkayê Joe Biden, piştî erdhejê saziyên federal di nav saetan de xebatên alîkariyê seferber kirine.
Wezîr Blinken diyar kir ku ji roja duşemê û bi vir ve bi sedan xebatkarên Amerîkayê çûne herêma erdhejê û diyar kir ku wan 85 milyon dolar alîkariya mirovî ragihandiye û wiha got:
"Em vê agahiya ku yekemîn karwana alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji deriyê Babûlhavayê (bi rêya Cilvegözü) derbas bûye jî pêşwazî dikin.
Blinken, bang li Rêjîma Esad kir ku rê bide da ku alîkarî di hemû sînorên wê re derbas bibin û rê bide belavkirina alîkariyan li ser hemû deverên erdhejê ziyan dîtine û bihêle ku alîkariyên mirovî bê cudakarî bigihîjin hemû Suriyeyiyên hewcedar.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin