Amerîkayê banga çareserkirina krîza Nahdayê her sê welatan kir
PeyamaKurd – Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê Bendava Nahda (Ronesans) de bangewaziya berdewamkirina hevdîtinên çareseriyê li Misir, Sudan û Etiyopyayê kir.
Nûnera NY ya Amerîkayê Linda Thomas Greenfield, di brîfînga ku li Encûmena Asayîşa Navdewletî da de, diyar kir ku ew amade ne ji bo çareserkirina pirsgirêka bendava Nahdayê alîkar bibin û got, pêwîstî ji soz û pabendiyên siyasî heye.
Herwiha Nûnerê Çînê li NY Zhang Jun jî da xuyakirin ku ew ligel çareseriyeke bi rêya dîyalogê ne.
Hêjayî gotinê ye, pirsgirêka bendava Nahda ya li ser rûbara Nîlê di navbera wan her sê welatan de gihîştiye asta şer ku demek dirêj e hîn nehatiye çareserkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin