Amerîkayê bi 70 TIRan hêza teqwiye sand baregeha Hesekê

19 October 2021 20:11 0 dîtin
Amerîkayê bi 70 TIRan hêza teqwiye sand baregeha Hesekê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, hêzên teqwiye şandine baregeha xwe ya Hesekê û wê baregehê bihêztir dike.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê SANAyê hevpeymaniyê ji bo bihêzkirina baregeha li Hesekê hêzên teqwiye bi gelek barhilgiran şandine ku 70 barhilgir ji başûrê Hesekê ve gihîştine baregehê.

SANAyê diyar kiriye ku hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî bi karwana hevpeymaniyê re refeqet kirine.

Herwiha hatiye bibîrxistin ku gefên operasyonê yên Tirkiyê hiştiye tansîyona li herêmê zêde bibe û ji ber wê jî Amerîka hêzên teqwiye ji bo baregehên li Rojavayê Kurdistanê şandine.