Amerîkayê, karwaneke hêza berdest sand Dêrezorê

15 August 2023 14:00 0 dîtin
Amerîkayê, karwaneke hêza berdest sand Dêrezorê

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmê ji bo ajansa Ajansa Anadoluyê ragihandin, artêşa Amerîkayê karwaneke teqwiyeyê ya ji 50 maşînan pêk tê, şandin baregehên li parêzgeha Dêrezorê ya Rojava.

Hat ragihandin ku Karwana navborî gihîşt baregehên hêzên Amerîkayê yên bejahiya Dêrezorê û hat destnîşankirin ku karwan ji deriyê sînorî yê El-Welîd ê di navbera Suriye û Iraqê re derbasî Hesekê bûye.

Li gorî hat zanîn; maşînên zirxî, tankerên sotemeniyê û maşînên bi cebilxane tevlî karwanê bûn.

Artêşa Amerîkayê di 6, 8, 22 û 25ê Rêbendanê, 19, 20ê Hezîranê û 11ê Tîrmehê de hêzên teqwiyeyê şandin baregeh û xalên li qereqolên Rumeylan, Şeddadî û Til Beyderê.