Amerîkayê cezayê heta hetayê da terorîstekî berê yê DAISê
PeyamaKurd – Dadgeheke Amerîkayê, cezayê heta hetayê da terorîstekî berê yê DAIŞê ku berpirsê revandin û kuştina çend çalakvan û rojnamevanên biyanî li Sûriyê bû.
Endamê Şaneya Kuştin û Revandinê ya DAIŞê ku wek Beatle tê naskirin, Alexanda Kotey ji aliyê dadgeheke Amerîka ve bi zindanîkirina heta hetayê hat cezakirin.
Hat zanîn, Alexanda Kotey ê 38 sal î, berî ku nasnameya wî bê hilweşandin, welatiyê Brîtanyayê bû. Îlona borî itiraf bi tawanên xwe kir ku beşdar bû di kuştina çar dîlên Amerîka li Sûriyê, herwiha revandin û îşkencedana hejmarek rojnamevan û çalakvanên din yên biyanî.
Herwiha di sala 2018an de, Hêzên Sûrya Demokratîk Alexanda Kotey û endamekî din yê wê şaneyê bi navê Şafî Şêx girtin û radestî hêzên Amerîka yên li Iraqê kirin. Pişt re sala 2020 ji bo Amerîka hatin vegerandin da ku bêne dadgehkirin.
Şafî Şêx berî niha di vê mehê de, hemû tawanên ku kirine bi ser de hatin eşkerekirin û piştrastkirin. Biryar e di 19 Tebaxa îsal de bê cezakirin.
Hat ragihandin ku her du tawanbar li dadgeha Alexanderia li nêzîkî Washington bi amadebûna kesûkarên kuştî û revandiyan hatin dadgehkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin