Bi doznameya 300 rûpelan cezayê heta hetayê bo Alinak hat xwestin

06 May 2020 16:24 0 dîtin
Bi doznameya 300 rûpelan cezayê heta hetayê bo Alinak hat xwestin

PeyamaKurd – Dadgehê ji bo Mahmut Alinakê siyasetmedarê Kurd û parlamentarê berê doznameyeke ji 300 rûpelan pêk tê û ji ber daxuyanî, nivîs û pirtûkên wî cezayê heta hetayê jê re tê xwestin amade kir.

Mahmut Alinak 13ê Sibata 2020an li mala xwe bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê hatibû girtin ku beriya niha jî be dehan caran hatiye girtin û doz lê hatine vekirin.

Siyasetmedarê Kurd Mahmût Alinak, piştî binçavkirina çend rojan 17ê Sibatê li Qersê bi îdiaya "Yekparçeyiya dewletê têk dide û serbixwebûna dewletê qels dike" hatibû girtin.

Di doznameya ku bo wî hatiye amadekirin û ji 300 rûpelan pêk tê de, lihevanîna malbatan, nameya wî ya bo Netewên Yekbûyî ya li ser daxwaza fermîkirina statûya Kurdî  wekî Tirkî, çalakiyên wî yên li dijî betalî û bihabûnê, pirtûka wî ya "Mehmet Tûnç û Bêkes" ku dahata wê ji bo malbata Mehmet Tunç bexşandibû wekî tawanên giran hatine rêzkirin.

Dozgeriyê pêşkeşî dadgehê kir û Dadgeha Cezayê Giran a 2yan li Qersê jî ew dozname ji bo darizandina Alinak qebûl kir.

Herwiha di doznameyê de peyvên "Kurdistan" û "şehîd" ku Alinak ji bo endamên PKKê bilêv kirine û axaftinên wî yên derbarê xebatên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de jî wek tawan hatine nîşandan bi hinceta ku HDK û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) wek saziyên îllegal hatine nîşandan.

Danişîna dadgehkirina Mahmut Alinak roja 13ê Gulanê li Dadgeha Cezayê Giran a 2yan a Qersê pêk tê.