Stoltenberg: Pûtîn heta hetayê Ukrayna ji dest da!

22 December 2023 22:06 0 dîtin
Stoltenberg: Pûtîn heta hetayê Ukrayna ji dest da!

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand ku şerê Ukraynayê ji bo Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, têkçûneke stratejîk bi xwe re anîye û Rûsyayê heta hetayê Ukrayna ji dest daye.

Stoltenberg ji Ajansa Alman a Nûçeyan (DPA) re axivî û li ser şerê Rûsya-Ukraynayê got, li qada şer rewş di hefteyên dawî de pir zehmet bûye û di eniyên şer de guherîn çênebûne.

Sekreterê NATOyê diyar kir, şerê Ukraynayê jî ji bo Pûtîn tekçûneke stratejîk bi xwe re aniye û Rûsyayê heta hetayê Ukrayna ji dest daye.

Stoltenberg anî ziman: “Qaşo mebesta dagirkeriya Rûsyayê ya Ukrayna, astengkirina pêşveçûna NATO û Yekîtiya Ewropayê bû. Rûsya Ewropayeke ku hikûm li ser bike dixwaze. Lê belê Ukrayna niha ji her demê zêdetir nêzîkî NATO û Ewropayê ye. Ev ji bo Rûsyayê têkçûneke stratejîk e.”