Pûtîn: Heta em negihin armancên xwe bi Ukrayna re astî pêk nayê!
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn, di civîna salane ya li Moskowê de ragihand, heta ku ew di şer de negihin armancên xwe li Ukraynayê aştî pêk nayê.
Pûtîn got: “Dema em gihîştin armanên xwe wê aştî pêk were. Dixwazim bi bîra we bixim ku em behsa çi dikin: Paqijkirina Ukraynayê ji Nazîfîkasyonê, bêçek kirin û statuya bêalîbûnê.”
Serokê Rûsyayê herwiha da xuyakirin ku hêzên rûsî li Ukraynayê hema bêje li hemû eniyan pêgehên xwe bihêz kirine.
Pûtîn got ku tevî xwebexşan nêzî nîv milyon kes ji bo şerê Ukraynayê çekê hildigrin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin