Stoltenberg: Zelenskiy ser rawestîne, Ukrayna namîne, Pûtîn rawestîne ser diqede!
PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, li ser şerê berdewam ê Ûkrayna-Rûsyayê ragihand ku divê ew xwe ji şerekî demdirêj re amade bikin.
Stoltenberg di hevpeyivîna ligel koma medyayî ya Almanî Funke de wiha got: “Piraniya şeran ji dema ku tê pêşbînîkirin dirêjtir dom dikin, ji ber vê yekê, divê em xwe ji bo şerekî demdirêj li Ukraynayê amade bikin.”
Stoltenberg got: “Em hemû hêvîya aştiyeke bilez dikin. Lê di heman demê de divê em zanibin: Eger Serok Zelensky û Ukraynî şer rawestînin, Ukrayna wê nemîne.”
Sekreterê Giştî yê NATOyê da zanîn: “Lê ger Serok Putîn û Rûsya çekên xwe deynin wê demê em ê aşitiyê pêk bînin.”
Stoltenberg li ser daxwaziya Ukraynayê ya endamtila NATOyê jî diyar kir, “Guman tune ye ku Ukrayna di dawiyê de dê bibe endamê NATOyê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin