Ukrayna: 'Dema desthilatdariya Zelenskiy hat dirêjkirin'
PeyamaKurd – Parlamentoya Ukraynayê pêşnûmeqanûnek ji bo dirêjkirina dema desthilatdariya Serokkomar Volodymyr Zelenskyy "heta ku serokê nû hilbijartî yê Ukraynayê dest bi kar bike" qebûl kir.
Parlamenterê Partiya Dengê Ukraynayê Yaroslav Zhelezniak di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Telegramê de ragihand ku pêşnûmeya ku piştgirî dide dirêjkirina desthilatên Zelenskyy heta hilbijartinan li parlamentoyê hat dengdan.
Zhelezniak ragihand ku 268 parlementeran dengê “erê” dane pêşnûmeya bi sernavê “Di çarçoveya êrîşên Rûsyayê de li Ukraynayê piştgirîkirina demokrasiyê.”
Di pêşnûmeya ku pêşkêşî Meclîsê hat kirin de ev gotin hatin bikaranîn:
"Parlamentoya Ukraynayê tekezî li ser pêwîstiya şopandina prensîba berdewamiya dezgehî ya desthilatê dike ku di qanûnên Ukraynayê de, bi taybetî di bin rejîma qanûnî ya şerî de û tekez dike ku divê Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy desthilata xwe bi kar bîne heya ku serokê nû hilbijartî dest bi kar bike, li gorî beşa yekem a xala 108a Destûra Ukraynayê."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin