Stoltenberg û Zelenskiy daxwuyaniya hevpar dan: Em gelek nêzî hedefa xwe bûne
PeyamaKurd – Di zîrwa NATOyê de, sekreterê giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg û serokê Ûkraynayê Vladimir Zelenski daxwuyaniyekî hevpar dan. Stoltenberg li ser ku Ûkrayna çekên xwe li ser axa Rûsyayê bikarbîne got:
“Mafê Ûkrayna heye xwe biparêze. Bê ku NATO bibe teref, mafê wê heye ku alîkariyê bide Ûkraynayê da xwe biparêze. Mafê parastina rewa ew mafe ku Ûkrayna dikare di axa Rûsya de, li hedefên leşkerî bixe.
Hinek hevkar sîlihên ku didin Ûkraynayê, di bikaranîna wan çekan de nermahî kirine. Ev jî kiriye ku Ûkrayna li hedefên leşkerî yên Rûsyayê li ser axa Rûsyayê bixe. Heya demekî nêz, piraniya şer li ser axa Ûkraynayê çêdibû. Gelek razîme ku hevkar, nermahiyê xistin şertên bikaranîna çekan.”
Serokê Ûkraynayê Zelenski ragihand ku di mijara endamatiya NATOyê ya Ûkrayna de gelek nêz bûne û daxwuyaniya xwe weha dewam kir:
“Ya rast em gelek nêzî hedefa xwe bûne. Texmîna min pêngava bê, wê me dawet bikin û paşî em ê bibin endam. Hêvîya min ewe em ê biserbikevin. Em ji mirovên xwurt gavên xwurt hêvî dikin…
Serkeftin ew e ku li welatê we û di jiyana we de şer nebe. Serkeftin, dema di malbata we de zayiat tinebe. Ha ev serkeftine, mayîna di jiyanê de û qezenckirina şer. Eger îro em li Ûkraynayê zû bibin xwediyê çekan, ev serkeftine.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin