DEM Parti û DEVA Parti li ser qeyyûman daxwuyaniya hevpar dan

16 November 2024 23:31 0 dîtin
DEM Parti û DEVA Parti li ser qeyyûman daxwuyaniya hevpar dan

PeyamaKurd – Hevserokên DEM Partiye Tülay Hatimoğulları û Tuncer Bakırhan, serokê Partiya DEVAyê Ali Babacan ziyaret kirin û li ser tayînkirina qeyyûman û bernameyên partiyan dan û sitendinan kirin. Babacan got ku wê bi niyeta çareseriyê tevbigere.

Seredana ku li navenda DEVA Partiyê pêkhat, piştî hevdîtinê Babacan û Bakırhan daxwuyaniya hevpar ya çapemeniyê dan. Babacan got ku di seredanê de li ser gotinên Devlet Bahçeli û tayînkirina qeyyûman bi zelalî tewrê xwe danîne ortê. Babacan got:

“Pirsgirêkên kevin yên Tirkiyê hene. Eger em ji bo çareseriyê %5 an 10 îhtîmalê bibînin, welew em qirtekî îhtîmala çareseriyê bibînin, em ê bi mijarê eleqedar bibin. Em ê destekê bidin niyeta çareseriyê û li pişt rawestin.”

Serokê DEM Partiyê Tuncer Bakırhan, sipasiya Babacan û endamên wan kir û weha got:

“Di serî de li herêmê (Kurdistanê) ceribandin. Niha li Îstenbolê li Esenyurtê li ser şaredarê lihevkirina bajêr yê CHPê qeyyûm danîn. Ez zanim divê muxalefet tewrê xwe yê niha dewam bike. Me di mijarê de seredana dadgeha îdarî kir. Hêvîdarim ku dadgeh berpirsiyariya xwe ya dîrokî bicîh bîne û encamekî erênî bide.”