Îdia: Partiyên DEVA û Gelecekê, dibin yek
PeyamaKurd- Li gorî îdiaya ku di rojnameya Sozcuyê de hat kirin, Partiya DEVA û Partiya Gelecekê ku ji lîsteya CHPê hatibûn hilbijartin, ji bo ku bibin yek, hevdîtinan dikin.
Li gorî îdiaya nivîskarê rojnameya Sozcuyê Saygi Ozturk, ji bo yekbûna Partiya DEVA û Partiya Gelecekê ku bi lîsteyên CHPê beşdarî hilbijartinê bûbûn, muzakere hatin kirin.
Saygi Ozturk di nivîsa xwe de wiha got: "Heger ev partî bibin yek, ji bilî serdema ‘Hevserokatiyê’ dibe ku ji bo Ahmet Davutoglu Serokatiya Giştî ya Rûmetê bê dayîn.”
Ozturk bi bîr xist ku “Partiya DEVAyê ya ku Alî Babacan serokatiya wê dike, 15 parlamenterên wê hene û Partiya Gelecekê ku serokê wê Ahmet Davutoglu ye, 10 parlamenterên wê hene. Ji bo yekbûna van her du partiyên siyasî, dan û stendin tên kirin. Di vî warî de rêyeke dûr û dirêj derbas bûye.
Partiya DEVA û Partiya Gelecekê, nêzî hev in. Ji ber vê yekê dê yekbûn ne bi êş be. Heger ev partî bibin yek, dibe ku ji bilî serdema hevserokatiyê, dibe ku "Serokatiya Giştî ya Rûmetê jî bidin Davutoglu.
Di pêvajoya ku muzakereyên di navbera serokên her du partiyan de berdewam dikin, armanc ew e ku Partiya Saadetê jî di nav komê de cih bigire da ku di Meclisa Tirkiyeyê (TBMM) de komeke xurt were avakirin.
Li ser vê mijarê jî di navbera Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu û Serokê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu de hevdîtin hat kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin