Partiya Zaferê nehist Kurdistan 24 daxwuyaniya Ümit Özdag û Kiliçdaroglu bisopîne

24 May 2023 21:42 0 dîtin
Partiya Zaferê nehist Kurdistan 24 daxwuyaniya Ümit Özdag û Kiliçdaroglu bisopîne

PeyamaKurd – Îro serokê Partiya Zaferê Ümit Özdağ û Kemal Kılıçdaroğlu hevdîtinekî li ser hilbijartina 28 ê adarê ya serokkomariya Tirkiyê kirin û paşî serokên her dû paretiyan derketin ber çapemeniyê. Peyamnêrê K24 ê Vural Erişmiş û kameramanê K24 ê Mehmet Ture, mîkrofona xwe danîbûn ser masa çapemeniyê da daxwuyaniyan bişopînin. Hat ragihandin ku ferefdarên Partiya Zaferê an ku serokê wê Ümit Özdağ bi xwe mikrofona K24 ê ji ser masê rakiriye û nehiştiye ku K24 wan bişopîne.

Li ser bûyerê Ombudsmanê medyayê Faruk Bildirici bertekê nîşanî kiryara Partiya Zaferê da ku çima nehiştine K24 daxwuyaniyê bişopîne. Bildirici di ser hesabê xwe yê medya civakî de got ku çima rojnamevan ji vê kiryarê re bêdeng mane û bêdengmana wan tevgerekî ku mirov diqehirîne. Bildirici weha dewam dike:

“Li ser navê çapemeniyê ciyê xemgîniyê ye ku asteng danîne pêşiya peyamnêrê K24 ê. Herî xerabtir ew hemkarên rojnamevan ku li wê derê bêdeng mane, bêdengiya wan hêj bêhtir xerabe. Diviya tewrê têgihîştina medyayê ya muxalefetê ji ya desthilatê cudatir bûye.”