Partiya DEVA yê ji bo MHP ê: Bi gotina te AMED a 10 hezar salî ji ortê ranabe
PeyamaKurd – Li ser maç Amedsporê û Bûrsasporê ku serokê MHP ê Devlet Bahçeli got:
“Derekî bi navê Amedê tine, wê kes nikaribe behsa Amedsporê bike.”
Piştî HDP ê cîgirê serokê partiya DEVA yê Mehmet Emin Ekmen bertekê nîşan da û got:
“Bi gotina te ya ‘Amed tine’, Ameda xwediya 10 hezar salan Amîd, Amed, Amîda ji ortê ranabe. Hun klûbeka fûtbolê ya ku bi şeklekî rewa têkoşîna xwe dide, bi gotina we ku hun klûbê bi terorê û terefdarên wê bi terorê tewan dikin, ew nabin terorîst.”
Serokê MHP ê Devlet Bahçeli îro di civîna xwe ya grûba MHP ê de beha maça Amerdspor û Bursasporê ku di trîbunê de pankartên ‘Beyaz Toros’ û Mahmut Yıldırımê bi navê ‘Yeşil’ bilind kiribûn rexne kiribû û li hemberê Amedsporê gotinên nexweş serf kiribû.
Li ser gotinên Bahçeli hevseroka HDP ê Pervin Buldan jî gotibû:
“Amed heye û wê hebe jî. Wê Amedspor golan bavêje. Yê ku wê tinebe û here wê hun bin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin