Amerîkayê cezayên nû li bazirganiya petrol û petrokîmyayî ya Îranê birî
PeyamaKurd – Amerîkayê cezayên nû li bazirganiya petrol û petrokîmyayî ya Îranê birî. Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di derbarê wan cezayan de got, ew cezayên li gor fermana hikûmeta federal hatine ferzkirin, rê bi sepandina cezayan li ser bazirganiya petrol û berhemên petrokîmyayî yên Îranê dide.
Li gor Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken roja Pêncşemê 29ê Îlona 2022andiyar kir, ew cezayên nû li ser hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê ferz dikin û ew cezayên nû du navendên depokirina petrola xav a Îranê li Çînê û birêveberekî ajansa keştîvanî ya cîhanî li xwe digire ku erka wê veguhastina petrola Îranê bûye.
Wezareta Xezîneyê (darayî) ya Amerîkayê jî 8 navendên din bo cezakirinê diyar kirine ku rola wan di hinardekirina berhemên petrokîmyayî yên Îranê de hebûye. Ew kompanî, li Îran, Hong Kong, Hindistan û Îmaratê çalak in.
Herwiha Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken eşkere kir, ew cezayên li gor fermana hikûmeta federal hatine ferzkirin, rê bi sepandina cezayan li ser bazirganiya petrol û berhemên petrokîmyayî yên Îranê dide.
Di berdewamiyê de Antony Blinken qala tevgerên atomî yên Îranê kiriye û dibêje, heta Îran li ser zêdekirina tevgerên xwe yên atomî berdewam be, Amerîka wê berdewam be li ser siyaseta sepandina cezayên zêdetir li ser bazirganî û petrokîmyayî ya wî welatî.
Herwiha Blinken destnîşan kir, givaşên li ser Komara Îslamî wê berdewam bin, da ku li pêşiya hinardekirina petrol û keresteyên petrokîmyayî wî welatî astengî deyne.
Herî dawî Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê hişyarî daye her kes û aliyekî ku eger di bazirganiya ne yasayî ya petrol û petrokîmyayî ya Îranê de dest hebe, pêwîst e herî zû ji kar bê dûrxistin, da ku nekeve ber cezayên Amerîkayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin