Amerîkayê êrîsa li ser qada gazê ya Kor Morê sermezar kir
PeyamaKurd – Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski êrîşa li ser qada gaza xwezayî ya Kor Morê şermezar kir.
Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê bi roketan êrîş li qada xaza xwezayî ya Kor Morê hate kirin. Di encama êrîşa li ser qada gaza xwezayî de, agir bi tankeke sotemeniyê ket, lê di êrîşê de ti ziyanên canî çênebûn.
Piştî êrîşê ekîbên ambulans û agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin û di dema mudaxaleya şewatê de hat kirin hêzên ewlehiyê lêkolîn dan destpêkirin.
Balyoza Amerîkayê li Iraqê Alina Romanowski derbarê êrîşê de li ser hesabê X daxuyaniyek da û êrîş şermezar kir.
Romanowskî got, “Ez êrîşa duh li Herêma Kurdistana Iraqê li dijî qada Kor Mor şermezar dikim. Her çend di êrîşê de binesaziyê zirar dît jî, di nîvê zivistanê de bi milyonan kes bê ceyran man. Wezîrê Derve yê Amerîkayê herwiha got: “Amerîka li gel hevkarên me yên li Iraqê ye û di serî de Herêma Kurdistanê, piştevaniya serwerî û ewlehiya Iraqê dike.”
Meydana xaza siruştî ya Kor Mor li navçeya Kadir Karam a navçeya Çamçemal a Silêmaniyê ye.
Zeviya Kor Mor li Herêma Kurdistanê di sala 2007an de ji bo vekolîn, pêşxistin, hilberandin, bazarkirin û firotina berhemên petrolê hatiye avakirin. Hilberîna gazê li tesîsê di Cotmeha 2008an de destpê kir.
Qada xaza xwezayî ya Kor Morê, di salên 2022 û 2023an de gelek caran hate hedefgirtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin