Amerîkayê gef li Rusyayê xwar: Berdêla wê, dê giran be!
PeyamaKurd- Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price, li ser hegera ku Rusya li Ukraynayê çeka nukleerî bi kar bîne, daxuyaniyek da û ragihand ku di rewşeke wisa de dê Rusya berdêlên giran bide.
Ned Price, li ser daxuyaniyên ku di rojên dawî de ji aliyê rayedarên Rusyayê ve tên dayîn axivî û bal kişand ser hegera bikaranîna çeka nukleerî ya di şerê Ukraynayê de û got,
“Em ji bihîstina van dezenformasyonên ku ji Kremlînê belav dibin, bi fikar in. Dema ku ev îdia tên rojevê, em bi tevgerên berê yên Rusyayê dizanin.”
Berdevkê Wezaretê da zanîn ku wan bi awayekî zelal diyar kiriye ku Rusya ji bo zêdekirina hêrsê van hincetan derdixe. Her wiha diyar kir ku ew nîşaneyek nabînin Moskow li dijî Ukraynayê çeka nukleerî bi kar bîne û ew sedemek nabînin ku Amerîka qonaxkirina xwe ya nukleerî biguherîne.
Price da zanîn ku dê di nav rojê de dê Serokê UAEAyê Rafael Grossi û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî hevdîtinekê bikin û bi berdewamî ragihand ku
“Heger Rusya bi awayekî çeka nukleerî bi kar bîne, ew ê berdêlên wê giran bin.”
Nec Price, li ser berdêlên ku qal dike hûrgilî parve nekirin lê belê da zanîn ku wan bi gotinên zelal Rusya hişyar kiriye û ew naxwazin van gavên ku dê bihavêjin, bi raya giştî re parve bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin