Rusyayê, ji bo satelaytan gef li Amerîkayê xwar!

27 October 2022 16:31 0 dîtin
Rusyayê, ji bo satelaytan gef li Amerîkayê xwar!

PeyamaKurd- Yek ji rayedarên Wezareta Karên Derve ya Rusyayê ku venêrîna pêşîlêgirtina belavbûna çekan dikin, li ser bikaranîna satelaytên Amerîkayê ya li Ukraynayê, gef li Amerîkayê xwar. Di axaftina ku hat kirin de hat ragihandin ku ew ê ev satelayt, bibin hedefa rewa.

Alîkarê Dîrektorê Karên Pêşîlêgirtina Belavbûn û Venêrîna Çekan a ser bi Wezareta Karên Derve ya Rusyayê ve Konstantin Vorontsov, li ser hegera ku satelaytên Amerîkayê li Ukraynayê bên bikaranîn axivî.

Konstantin Vorontsov, di civîna Komîteya Yekemîn a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de axivî û diyar kir ku heger satelaytên Amerîkayê di qada şer de bên bikaranîn, ew ê ji aliyê hêzên Rus ve bibin hedefa rewa.

Vorontsov got ku “Em dixwazin li ser hewileke gelek xeternak a ku di dema şerê Ukraynayê de bi awayekî zelal derketiye holê, rawestin. Em qala wê yekê dikin ku Amerîka û hevkarên wê, hewil didin parçeyên binesaziya sivîl a li fezayê, di pevçûnên çedarî de bi kar bînin.”